Wezareta Navxwe derbarê bazirganiya bi Tirkiyê re daxuyaniyekê dide

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de radigihîne, piştî ku dengoya rawestandina tevgera bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de belav bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dike, ta tevgera bazirganiyê di navbera her du aliyan de berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de radigihîne, “Piştî ku dengoya rawestandina tevgera bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de belav bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dike, ta tevgera bazirganiyê di navbera her du aliyan de berdewam be û herwiha tevegra bazirganiyê li ser sînor bi berçavgirtina rêkarên xweparastinê bê rêkxistin.”

Di daxuyaniya Wezaretê hat jî: “Ji ber wê welatiyan dilniya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêxem nabin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, bi awayekî ku bandorê li ser tevgera bazirganî û bazara navxweyî neke.”

Duhî 29.02.2020ê Tirkiye, bo rêgirtina li belavbûna vayrosa Korona li welatê wan, geştên bejahî û esmanî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re rawestand, ku niha li Iraqê 13 kes tûşî wê vayrosê bûne

S. B