Mesrûr Barzanî gihîşt Paytexta Urdinê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt Emanê Paytexta Urdinê û bi Şah Urdinê Şah Ebdulahê Duyem re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt Emanê Paytexta Urdinê û bi Şah Urdinê Şah Ebdulahê Duyem re dicive.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serokatiya şandeke hikûmî û bi vexwandineke fermî, serdana Urdinê dike û bi Şah Ebdulahê Duyem re dicive û guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê tên kirin.
Şanda bi Serokwezîr re, ji Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Karêbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdula Hacî Mehmûd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî pêk tê.
S. B