Adil Ebdulmehdî: Dikarim bimînim
Çavkanîyekî sîyasî ya Îraqî ragehand, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê bi kuteleyên sîyasî re ragehandîye, ku dikare di karê xwe de berdewam be heya hikumeta nû dihêt pêkhînan.
K24- Hewlêr
Çavkanîyekî sîyasî ya Îraqî ragehand, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê bi kuteleyên sîyasî re ragehandîye, ku dikare di karê xwe de berdewam be heya hikumeta nû dihêt pêkhînan.
Ewî çavkanî, di daxuyanîyekê de bo kenala RT ragehandîye, Adil Ebdulmehdî, poşman bûye ji biryara destvekişandinê ji posta xwe û amadeyî ya xwe nîşandaye ku berdeam be di posta xwe de.
Ewî çavkanî xuya kirîye, ku pêşbînî dihêt kirin heya helbijartina dahatî, Adil Ebdulmehdî di posta xwe de bimîne, çunku kabîneya raspartî bo pêkhînana hikumetê, Mehemed Tewfîq Elawî heya niha nekarîye bawerîya nwêneran bi dest xwe ve bihîne.