Korona gehişte Silêmanîyê

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, 4 healetên tûşbûnê bi Koronyê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, 4 healetên tûşbûnê bi Koronyê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Di daxuanîyekê de, wezareta tenduristîya hikuemta Herêma Kurdistanê ragehand, evro, Yekşembîyê, 1/3/2020 pişkinîn bo 24 kesan hatêye encamdan û derketîye di nav wan de, 4 hevwelatî li bajarê Silêmanîyê helgirê Vayrosa Koronaya nû ne ji corê COVÎD-19 ku malbateka sê kesî ne li gel jinekê û tevaya wan ji Îranê vegerîyane.

 Herweha di daxuyanîyê de, hatîye niha ew kes di nexweşxaneya taybete hatîne cudakirin û rewşa tenduristîya wan cêgîre.