Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel Şah Ebdûllahê Ûrdinê civîya
Evro, Yekşembîyê, 1/3/2020 , Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya şandeka hikumî û bi banghêştineka fermî, gehişte paytexta Ûrdinê.
K24- Hewlêr
Evro, Yekşembîyê, 1/3/2020 , Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya şandeka hikumî û bi banghêştineka fermî, gehişte paytexta Ûrdinê.
Di dema gehiştinê de, ji alîê Şah Ebdullah, dûyem şahê Ûrdinê li koçka Besman hat pêşwazîkirin.
Di civînê de, ku cênişînê Ûrdinê, Şazade Husên Bin Ebdûllah û serok wezîrên Ûrdinê, Ûmer Elrezaz amade bibûn, gotûbêj hate kirin derbarê pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û şanişîna Ûrdinê di warê bazirganî û berhemhînanê de.
Şikodar şah Ebdullahê dûyem, amaje bi wê yekê da, ku wan peywendîyeka taybet li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê heye û ew amadene hevkarîya birayên xwe bikin li Herêma Kurdistanê bi her awayek ku pêwîst be. Xweşhalîn jî, bi pêşvebirina peywendîyên bazirganî bi awayekê ku li berjwendîya herdû welatan de be.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, amaje kir bi giringîya hevahengîya hevpişik û berev pêşbirina peywendîyên dû alî di warê bazirganî û bilindkirina asta weberhînana Ûrdinê li Herêma Kurdistanê. Serokê hikumetê, supasîya piştgîrîya Şanişîna Ûrdinê kir û rola Şah Ebdulla di akincîkirina deverê bilind nerxand.
Dûv re Şah Ebdûllah mêhavînya serokê hikumetê û şanda Herêma Kurdistanê kir bo xwana firavînê.
Şanda serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêkhatibû ji, Rêber Ehmed, wezîrê navxweyî, Ebdullah Hacî Mehmûd, wezîrê karûbarên Şehîdan û enfalkirîyan û Sefîn Dizeyî berpirsê fermangeha peywendîyên derve.


.jpg)



