Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka mûçeyê hatîye çareserkirin

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, di konfiranseka rojnamevanî de, li Eman a paytexta Ûrdinê ragehand, Me peywendîyeka mukim li gel Ûrdinê heye û bi nerîna me, em dikarîn hevpişkên baş bîn bo pêşxistina kerta abûrî û bazirganî û Ûrdin welatek bûye di şerê Daişê de, hevklarîya me kirîye û ev serdan jî bo sûpaskirina Ûrdinêye û pêşxistina peywendîyên abûrî û bazirganîye.

K24- Hewlêr

Derbarê bi gîrobûna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, pêwîste rêz li qewareya yasayî ya Herêma Kurdistanê bihête girtin û pêwîste hikumeta dahatî jî rêzê li vê qewreyê bigere.

Got jî: Em li gel wezîrê darayî ya Îraqê axivtîne, weha dîyare rêveberêkê giştî yê wezaretê nevîya ye wajûyê li ser biryara wezîr bike û weha hizir kirîye ku dikare mûçeyên Herêmê rewestîne. Lê ewv pirs hate çareserkirin û mûçe dê bihêt. Hêvîdarim ev mûçeyên hanê bi zûtirîn dem begehin daku hikumeta dabeş bike.

Derbarê Koronayê jî, serokê hikumetê got:  ne kevwarîye ku em hizir bikîn ew vayros negehe Herêma Kurdistanê. Rêkarên pêwîst hatîne kirin û xwe paraztin baştirîn rêkare bo berengarbûna wê.