Ev şev Elawî beyanname ya xwe vekişandinê ji raspartinê pêşkeş dike

Çavkanîyekî bi mêdya yên Îraqê ragehandîye, paş demeka din, Mehemed Tewfîq Elawî, raspartîyê pêkannîna kabîneya nûya hikumetê xwe ji wê raspartina pêkanîna kabîneya nû vedikşîne.

K24- Hewlêr

Çavkanîyekî bi mêdya yên Îraqê ragehandîye, paş demeka din, Mehemed Tewfîq Elawî, raspartîyê pêkannîna kabîneya nûya hikumetê xwe ji wê raspartina pêkanîna kabîneya nû vedikşîne.

Ewî çavkanî, amaje bi wê yekê jî kirîye, ev şev Elawî beyannameya xwe vekişandinê ji wê erkê pê re hatîye spartin pêşkeş dike.

 Li gor zanyarîyên Kurdistan24, niha Elawî di koçka serokatîya wezîran de, mijûlî tomarkirina beynnameyê ye û piştî demeka dî ya kêm dê ragehîne.

Ev jî piştî wê yekê hat, ku evro bo cara dûyem Mehemed Elawî şikest hîna ji bestvehînana bawerîya perlemantarên Îraqê bo hikumeta xwe.