Tevgera bazirganiyê li deriyê Îbrahîm Xelîl berdewam e

Tevgera bazirganiyê li deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de berdewam e, tenê guhartin di rêkaran de hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera bazirganiyê li deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de berdewam e, tenê guhartin di rêkaran de hatiye kirin.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, îro tevgera bazirganiyê di deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re berdewam e û barhilgir tê re diçin û tên.

Diyar kir jî, tenê guhartin di rêkaran de hatiye kirin, barhilgirên Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê nabin, belkû barhilgirên Herêma Kurdistanê derbasî aliyê Tirkiyê dibin û baran derbasî Herêmê dikin.

Ev di demekê de ye, roja 29.02.2020an Tirkiye bo rêgirtina li belavbûna vayrosa Korona li welatê wan, geştên bejahî û esmanî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re rawestandibû.

Herwiha rêkarên tevgera bazirganiyê li deriyê Îbrahîm Xelîl jî guhart û rê nade barhilgirên Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê û Iraqê bibin.

S. B