2 haletên din ên vayrosa Korona li Bexdayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê belav kir, 2 haletên din ên vayrosa Korona li Bexdayê hatine tomarkirin, ku her du ji Îranê veheriyane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê belav kir, 2 haletên din ên vayrosa Korona li Bexdayê hatine tomarkirin, ku her du ji Îranê veheriyane.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, pişknîn ji 2 kesên ku ji Îranê vegeriyane hatin kirin û derket ku ew hilgirê bayrosa Korona ne û niha ew di bin çavdêriya tenduristî de ne.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Tenduristiya navçeya Kerix a Bexdayê diyar kir, ji 6 nexweşên vayrosa Korona, rewa 4 nexweşên bi pêş ve diçe û çak dibin.

Li gor dawî amaran, heta niha li Iraqê 21 haletên tûşbûna bi vayrosa Korona hatine tomarkirin.

 

S. B