Îran amareke nû ya tûşbûyên bi Korona belav kir
Li gor dawî amaran, 12 kesên din bi vayrosa Korona li Îranê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor dawî amaran, 12 kesên din bi vayrosa Korona li Îranê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 12 kesên din bi sedema vayrosa Korona canê xwe jidest dane.
Wezareta Tenduriyê ya Îranê jî amaje bi wê kir, 514 kesên din tûşî vayrosa Korona bûne û hejmara tûşbûyên bi vê vayrosê li Îranê gihîştiye 1501 kesî.
Diyar kir jî, heta niha 66 kes bi sedema vayrosa Korona li Îranê canê xwe jidest dane.
S. B