Li Îraqê 5 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta tenduristîya Îraqê tomarkirina 5 haletên din yên tûşbûnê bi Vayroa Koronayê li sê parêzgehan ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta tenduristîya Îraqê tomarkirina 5 haletên din yên tûşbûnê bi Vayroa Koronayê li sê parêzgehan ragehand.
Di daxuyanîyekê de wezareta tenduristîya Îraqê ragehand, 5 haletên nû yên tûşbûnê bi varosa Koronayê hatîne piştrastkirin ku 3 halet li Bexda, yek li Mîsan û 2 yên din jî li Necef hatîne tomarkirin.
Wezareta tenduristîya Îraqê tekez jî kirîye ku ev kesên tuşbûyî niha li jêr çavdêrîya pizîşkî ne û dihêne çareserkirin.
Herweha daxwaz ji tevaya wan kesan kirîne ku di dema rojên burî de têkelî li gel van 5 hevwelatîyan bûne, pabendê rênimayên komîteya wezaretê bo berengarbûna Koronayê bin û rêkarên pişkinîn û diltenahbûnê bigirin ber xwe.