Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêviyekê ji Kurdên Almanyayê dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêviyekê ji Kurdên li Almanya dimînin dike, ji ber ku xwediyê wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn û pêwîstiya wan bêhtir bi alîkariyan heye, têçûna zêde ya merasîmên sersaxiyê li Ewropa nekin û ji bo hejar û malbatên şehîdan bên şandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêviyekê ji Kurdên li Almanya dimînin dike, ji ber ku xwediyê wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn û pêwîstiya wan bêhtir bi alîkariyan heye, têçûna zêde ya merasîmên sersaxiyê li Ewropa nekin û ji bo hejar û malbatên şehîdan bên şandin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê ku daxuyaniya xwe li ser hejmara xwe ya tora civîkî “Facebook” belav kir, wiha tê de hatiye:

“Gelî xuh û birayên hêja !

Em weke "Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistan" û civaka civîl - bi rihsipî û zaneyên xwe ve, li Akadimiya Kurdistan Navnetewî li bajarê "Kassel - Elmaniya", di 1/3/2020 an de, kom bûn û me li ser pirsa li darxistina "Te'eziyan - şînê", guftûgo kir, ji ber ku Te'ezî bûne barekî giran di mesrûfê de li ser xelkê, ku ehlên wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn û bihtir hewceyî arîkariyê ne ji wan.

Piştî danûsitandinê, civatê ev xalên jêrîn ji boyî birêvebirina Te'ezî Yan be durist dîtin:

- Dana xwarin û fêkî were rakirin. Bi tenê av û ça û qehwe di Te'eziyê were dan.

- Heçî malên wan ji qonaxa seetkê û wêdetir dûrî bajarê "Kassel - yan jî cihê Te'eziyê" be, dikare bi rêya telefonê, yan jî internetê, serxweşiya ehilên rehmetî bike.

- Ji dêla wê mesrûfa zêde,bila xêra mirî, were rêkirin bo feqîr û perîşan û zarwên şehîndan re li welêt,û herwesa ji kirîna derman û pêdiviyên nexweşên tengezar re.

- Te'ezî rojeke tenê be,ji seet 11:00 - 18:00

- Pêwîst e ku xelk, berî wext, bi cihê Te'eziyê werin agehkirin, qene bikaribin rehet bi "erkên" xo rabin.

 

S. B