Nûtirîn zanyarî derbarê tûşbûyên Korona li Silêmaniyê tê ragihandin
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de zanyariyên derbarê tûşbûyên vîrosa Korona li Silêmaniyê aşkere kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de zanyariyên derbarê tûşbûyên vîrûsa Korona li Silêmaniyê aşkere kirin.
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn ragihand, duhî kesekî din wek hilgirê vîrûsa Korona hat tomarkirin, ku ew endamê heman malbatê ye ya pêştir tûşî vîrûsê bûbûn.
Pêştir roja 1ê vê mehê, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 4 welatî li bajarê Silêmanîyê helgirê vîrûsa Korona, 3 ji wan jiyek malbatê ne û ew her 4 jî ji Îranê vegerîyabûn.
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê diyar kir jî, rewşa tenduristiya hemûyan baş e û ti nîşaneke metirsîdar li ser wan nîn e û ew di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Herwiha daxwaz ji welatiyan dike, ji cihên qerebalix dûr bikevin û xwe biparêzin, ji ber ku ew virus ji kesekî bo kesekî din tê vegirtin.
Tekez kir jî, divê kesên ji derveyî Herêma Kurdistanê vdigerin, bi awayekî yasayî vegerin xwe pişknîn bikin.
S. B