Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî derbarê ragirtina nimêja Înê biryar da
Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî Mela Ebdula Mela Weysî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wek pêngavekê ji bo xweparastina ji belavbûna vîrûsa Korona, Encûmena Bilind a Fetweyê li Yekîtiya Zanayan bi amadebûna koma endaman ev biryar da:
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî Mela Ebdula Mela Weysî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wek pêngavekê ji bo xweparastina ji belavbûna vîrûsa Korona, Encûmena Bilind a Fetweyê li Yekîtiya Zanayan bi amadebûna koma endaman ev biryar dan:
Erkekî şer'î ye welatî bi hûrî pabendî rênimayên tenduristî û ewlehiyê yên hikûmetê ji bo parastina ji vîrûsa Korona bibin.
Li gor şerîetê ji niha ve karîn nîne gotara Înê (xutbe) li mizgeftan bê ragirtin, ji bilî li cihên ku nexweşî lê velav bûye, tiştê dikare bibe ew e, bi awayekî demkî nimêja bikomî û gotara Înê bê ragirtin.
Civînên din ên olî wek Îsra û Mîrac, xwendina mewlûd û merasîmên sersaxiyê tên ragirtin.
Ewên bi vîrûsa Korona canê xwe jidest bidin, wek şehîd tên hejmartin.
Ew kesên nexweş in, yan metirsiya tûşbûnê li ser wan heye, dikarin ta derbasbûna wê beşdarî gotara Înê nebin.
Dibistanên olî û xulên fêrbûna Quranê û xulên din tên ragirtin.
Hemû ewên ji welatên ku vîrûsa Korona lê heye û bi taybet Îranê vedigerin, erkekî şer'î ye ku ew serdana komîtên tenduristî bikin.
Her kesek heger hilgirê vîrûsa Korona be, heram e serdana xelkê û civat û civînan bike û pêwîst e serdana aliyê tenduristî bike.
Pêwîst e xwendina gotaran di vê demê de şîretên taybet li gor şerîetê di gotarên xwe de belav bikin û şîretan li xelkê bikin.
S. B