Mesrûr Barzanî û Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY li ser tawanên DAIŞê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Netewên Yekgirtî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Netewên Yekgirtî kir, ku ji Alîkar û Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Rêgirîkirin li Jenosayda Adama Dieng û Serokê Tîma Navdewletî bo Lêkolîna di Tawanên DAIŞê de Esed Ehmedxan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya hewlên navdewletî bo rêgirîkirina li jenosayd û komkujiyan û bi taybet tawanên DAIŞê hate kirin. Herwiha guftûgo derbarê girîngîpêdana bi hevhengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekgirtî de hate kirin, ji bo belgekirina tawanên DAIŞê û çirkirina hewlan ji bo encamderên wan tawanan di dadgeheke nevdewletî de bi sizayên yasayî werin sizadan û ji bo mafên qurbaniyên destê DAIŞê jî bêne parastin.

Şanda Netewên Yekgirtî pesnê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bo parastina mafên pêkhateyên olî yên cuda û girîngîpêdana bi kultura pêkvejiyana aştiyane ya olî li Herêma Kurdistanê.

 

S. B