Hejmara can ji destdanaê bi sedema Koronayê li Îranê zêde bûye

Hejmara ew kesên bi sedema Vayrosa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dane geha 77 kesan.

K24- Hewlêr

Hejmara ew kesên bi sedema Vayrosa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dane geha 77 kesan.

Evro, Sêşembîyê, Elîreza Reyîsî, alîkarê wezîrê tenduristîya Îranê di kongireyeka rojnamevanî de, ragehand, ku pişkinîn bo zêdetir ji 8 hezar kesan hatîye kirin û heya niha 2 hezar û 336 kes tûşî vayrosa Korona bûne û ji evê hejmareyê heya niha 77 kes mirne.

Ragehand jî, 300 hezar girûpên pizîşkî raspartîne ku li pêş malan pişkinînê bo hevwelatîyan bikin.

Li gor axivtinên Reyîsî, piştî Çînê Îranê zêdetirîn çakvebûna tûşbûyên Koronayê heye.

 Alîkarê wezîrê tenduristîya Îranê aşkera kir, ku 80% ji tûşbûyên Vayosa Koronayê, pêwîstîya wan bi vemanê li nexweşxaneyan nîne û vedigerin malên xwe.