23 perlemantarên Îranê tûşî Vayrosa Koronayê bûne
Cêgirê serokê Perlemana Îranê aşkera kir, ku 24 perlemantar tûşî Vayrosa Koronayê bûne.
K24- Hewlêr
Cêgirê serokê Perlemana Îranê aşkera kir, ku 24 perlemantar tûşî Vayrosa Koronayê bûne.
Evro, Sêşembîyê, Ebdulreza Misrî, cêgirê serokê Perlemana Îranê, di kongireyeka rojnamevanî de ragehand, ku encam pişkinîna 23 perlemantarên Erênî derketîye û niha ew perlemantarên hanê helgirên Vayrosa Korona ne.
Cêgirê serokê perlemana Îranê, amaje bi wê yekê jî kirîye, Vayrosa Koronayê li tevaya Îranê belav bûye û daxwaz ji xelkî kir, di malên xwe de bimînin û peywendîyên xwe li gel derdor bibirrin.