Wezareta Navxwe çend biryar derxistin

Bo xweparastin ji Vayrosa Korona, Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê çend biryar derxistin.

K24- Hewlêr

Bo xweparastin ji Vayrosa Korona, Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê çend biryar derxistin.

Yekem: Ragirtina rêvebirina  miameleyên welatî û biyaniyan li Rêveberiya Giştî ya hatûçûn û regezname û rêvebariyên hatûçû û paseport û regezname û nişîngeh li tevahiya parêzgeh û îdareyên serbixwe heta  14ê Adar a 2020an û ji  roja Yekşemiyê  15ê Adar a 2020an dest bi rêvebirina miameleyên welatiyan dikin.

Duyem: Ew miameleyên ku lipaş ketin ser wan heye li  tevahiya wan rêveberiyan, wek birgeya yekem hatine diyarkirin, bi bexşîn têne hejmartin.

Sêyem:  Tevahiya fermanberên wan rêveberiyan, ku li birgeya yekem hatine diyarkirin, bi sîstema nîv bi nîv dewamê dikin, an ku rojek dewam û rojek bêhnvedan e û dewamê wan jî,  08 ê sibehê destpê dike û 1 ê nîvro bidawî dibe.

Çarem: ev daxuyanî stafê rêvebirina miameleyan digre û rêveberên beş û yên giştî û stafên rêkxistina hatinuçûnê li nava bajaran  û yên xefer li xwe nagre.

Pêncem: Ev daxuyanî ji 4ê Adar a 2020an tê cîbicî kirin.