Wezareta Navxwe çend biryar derxistin
Bo xweparastin ji Vayrosa Korona, Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê çend biryar derxistin.
K24- Hewlêr
Bo xweparastin ji Vayrosa Korona, Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê çend biryar derxistin.
Yekem: Ragirtina rêvebirina miameleyên welatî û biyaniyan li Rêveberiya Giştî ya hatûçûn û regezname û rêvebariyên hatûçû û paseport û regezname û nişîngeh li tevahiya parêzgeh û îdareyên serbixwe heta 14ê Adar a 2020an û ji roja Yekşemiyê 15ê Adar a 2020an dest bi rêvebirina miameleyên welatiyan dikin.
Duyem: Ew miameleyên ku lipaş ketin ser wan heye li tevahiya wan rêveberiyan, wek birgeya yekem hatine diyarkirin, bi bexşîn têne hejmartin.
Sêyem: Tevahiya fermanberên wan rêveberiyan, ku li birgeya yekem hatine diyarkirin, bi sîstema nîv bi nîv dewamê dikin, an ku rojek dewam û rojek bêhnvedan e û dewamê wan jî, 08 ê sibehê destpê dike û 1 ê nîvro bidawî dibe.
Çarem: ev daxuyanî stafê rêvebirina miameleyan digre û rêveberên beş û yên giştî û stafên rêkxistina hatinuçûnê li nava bajaran û yên xefer li xwe nagre.
Pêncem: Ev daxuyanî ji 4ê Adar a 2020an tê cîbicî kirin.