Tûşbûna berpirsên Îranê bi vayrosa Korona di zêdebûnê de ye
Tûşbûna berpirsên Îranê bi vayrosa Korona di zêdebûnê de ye û medyayên Îranê jî, eşkere dikin, ku Şêwirmendê Wezîrê derve û Serokê yekîneya hawarçûnê ya wî welatî bi Vayrosa Korona ketin e.
K24- Hewlêr
Tûşbûna berpirsên Îranê bi vayrosa Korona di zêdebûnê de ye û medyayên Îranê jî, eşkere dikin, ku Şêwirmendê Wezîrê derve û Serokê yekîneya hawarçûnê ya wî welatî bi Vayrosa Korona ketin e.
Medyayên Îranê belavkirine , Hisên Şêx Elîslam şêwirmendekî Mihmed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Îranê û Pîr Hisên Koliywend , Serokê giştî yê yekeya harwarçûnê yê Îranê bi vayrosa Korona ketine.
ji aliyê xwe ve , rêxistina tendirûstiya cîhanî , pêketina karmendekî li nivîsîngeha rêxistinê li Tehranê bi vayrosê ragehand .
Herweha Mihmed reza Hisên Zade Serokê cîbicîkar yê banka niştîmaniya Îranê ragehand , 4 karmendên bankê ji ber vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.
Ev yek di demekê de ye ku cîgirê Serokê parlemntoya Îranê , pêketina 23 parlemnteran bi vayrosê Korona ragehandbu.
Herweha Elîreza Reîsî - Alîkarê Wezîrê Tendirustiya Îranê di konferansek rojnamevanî de ragihand, ku pişkinîn ji bo zêdetirî 8 hezar kesan hatiye kirin û heta niha 2 hezar û 336 kes tûşî vê vayrosê bûn e, ku ji wê rêjeyê jî, 77 kesan jiyana xwe jidest dan e.