Netewên Yekgirtî: Pêwîste danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdwam be.

Cênîn Hênîs Pilasxat, nûnera taybet a sekretera giştî ya Netewên Yekgirtî li Iraqê ragehand, danûstandin di navbera Hewlêr û Bexda de berdewame ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî û li hêviya rêkeftina dawîyê ne.

K24- Hewlêr

 Herweha got: Pêwîste danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdwam be.

Got jî pêwîste Hevpeymanîya Nêvdewletî berdewam bin li  ser alîkarîkirina Îraqê daku rê neyê dan Daişê careka dî bihêz bibe, nemaz niha li devrên rojavaya Îraqê mijûlî xwe rêk vekirinê ye û bedewame li ser encamdana çalakîyên xwe. Lew pêwçste rê li bihêzbûna Daişê bihête girtin û tevê tevaya hevpeymanên Îraqê bedewam bin li alîkarîkirina wî welatî daku rê li serheldana Daişê bihêt girtin.

Derbarê pirsa pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê jî got: Piştî destvekişandina Adil Ebdulmehdî ji posta serok wezîran, Mehemed Ewlawîyê raspartî bo pêkanîna kabîneya nû  beşîya piştîvanîya alîyan bi dest xwe ve bihîne û xwe vekişand ji wê erkê. Ev jî bi sedema nakokîyên di navebera alîyan de.