Li sinûrê Qeretepe firokeyên cengîyên Îraqê çend bingehekê Daişê burdûman kirin

Demekê berî niha Firokeyên cengîyên Îraqê, çend pêgehên çekdarên Daişê li gundekê ser bi nahye ya Qeretep li sinûrê qeza ya Xaneqîn burdûman kirin û çekdarekê wê rêkxistîyê jî hate girtin.

K24- Germîyan

Demekê berî niha Firokeyên cengîyên Îraqê, çend pêgehên çekdarên Daişê li gundekê ser bi nahye ya Qeretep li sinûrê qeza ya Xaneqîn burdûman kirin û çekdarekê wê rêkxistîyê jî hate girtin.

Li gor zanyarîyên nûçegehanê Kurdistan24ê, di burdûmana firokeyên cengî de, 2 kes hatin kuştin guman dihêt kirin çekdarên Daişê bin û termên herdûyan jî hetin veguhaztin bo nexweşxaneya Celewla û hêzên ewlekarîyê vekolînê li ser wan dikîn.

Ji alîyek dî ve çavkanîyekê ewlekarîyê li qeza ya Kifrî bi nûçegehanê Kurdistan24ê ragehand, evro hêzên ewlekarîyê li nahye ya Zinane ser bi qeza ya Kifrî kesek girtine, ku li gor madeya çara terorê hatîye xwaztin û bi hevkarîkirina çekdarên Daişê hatîye tuhmetbarkirin.

Evî çavakanî ragehand jî: Ew kesê hatîye girtin îtîraf kirîye ku hevkarîya Daişê kirîye li deverê.