Li Hewlêrê nivîskar û wergêr Firat Cewerî hat xelatkirin
Li bajarê Hewlêrê nivîskar û wergêrê Kurd Firat Cewerî hat xelatkirin ku di çil salîya temenê xwe de, 40 pertûk û 40 hejmarên goveraka Kurdî li Siwîdê çap û belav kirîne.
K24- Hewlêr
Li bajarê Hewlêrê nivîskar û wergêrê Kurd Firat Cewerî hat xelatkirin ku di çil salîya temenê xwe de, 40 pertûk û 40 hejmarên goveraka Kurdî li Siwîdê çap û belav kirîne.
Li jêr navê (Çil Sal Nivîsîn, Çil Pertûk, Çil hejmara Govara Nûdem) wezareta Rewşenbîrîya Herêma Kurdistanê, Rêvberîya Giştîya Rewşenbîrî û Hunerî di merasîmekê de, li bajarê Hewlêrê bi amadebûna parêzgarê Hewlêrê, birîkarê wezareta Rewşenbîrîyê, rêveberê giştîyê Rewşenbîrî, Hunerî û hejmareka nivîskar û torevanan xelata Qelema Zêrîn hate bexşîn bi Firat Cewerî nivîskarê navdarê bakûrê Kurdistanê.
Bexşîna wê xelatê li hemeber çil sal xizmetkirina nivîskarê nav hatîye di warê nivîsîn û wergêranê de û di çil salên burî de, nivîskar Firat Cewerî karîye çil pertûkan bivîse û wergêre nemaze di warê çîrok û romanê de.
Di dema birêveçûna merasîma rêzlênanê de, Firat Cewerî bi Kurdistan 24 re ragehand: Ev xelat bo min gelek giringe, min li her direkê cîhanê xelata mezintir jî wergirtiba qasî evê xelatê ez dilxweş nedibûm, çunku ev xelat ji Kurd bo min hat.