Îraqê.. 5 haletên din yên tûşbûna Koronayê hatin tomarkirin

Di daxynaîyekê de, Yûsif Bedir, gotebêjê tenduristî û jîngeha Îraqê, 5 haletên din yê tûşbûê bi Vayrosa Koronayê li çend parêzgehab piştrast kir.

K24- Hewlêr

Di daxynaîyekê de, Yûsif Bedir, gotebêjê tenduristî û jîngeha Îraqê, 5 haletên din yê tûşbûê bi Vayrosa Koronayê li çend parêzgehab piştrast kir.

Di daxyanîyê de hatîye, taqîgehên ser bi wezareta tenduristîyê 5 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Îraqê piştrast kir. Haletek li Bexda, 2 li Wasit, 1 li Necef, 1 li parêzgeha Kerbela hatîne tomarkirin.

Wek ragehandîye, niha ew tûşbûyî li cihê taybetên ser bi wezaretê di korontîne de  ne û ji alîyê tîmên pizîşkî ve, çavdêrîya rewşa tenduristîya wan dihête kirin.

Herweha dûpatkir, li gor rênmayî yên nêvdewletî hemû rêkarên pêwîst hatîne encamdan daku rêgirîyê li belavbûna wê derdê bigirin.