Îraqê.. 5 haletên din yên tûşbûna Koronayê hatin tomarkirin
Di daxynaîyekê de, Yûsif Bedir, gotebêjê tenduristî û jîngeha Îraqê, 5 haletên din yê tûşbûê bi Vayrosa Koronayê li çend parêzgehab piştrast kir.
K24- Hewlêr
Di daxynaîyekê de, Yûsif Bedir, gotebêjê tenduristî û jîngeha Îraqê, 5 haletên din yê tûşbûê bi Vayrosa Koronayê li çend parêzgehab piştrast kir.
Di daxyanîyê de hatîye, taqîgehên ser bi wezareta tenduristîyê 5 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Îraqê piştrast kir. Haletek li Bexda, 2 li Wasit, 1 li Necef, 1 li parêzgeha Kerbela hatîne tomarkirin.
Wek ragehandîye, niha ew tûşbûyî li cihê taybetên ser bi wezaretê di korontîne de ne û ji alîyê tîmên pizîşkî ve, çavdêrîya rewşa tenduristîya wan dihête kirin.
Herweha dûpatkir, li gor rênmayî yên nêvdewletî hemû rêkarên pêwîst hatîne encamdan daku rêgirîyê li belavbûna wê derdê bigirin.