Wezareta Tendirustî: Di 24 demjimêrên borî de, tu halet a tûşbûna Varyrosa Korona nîn e

Wezareta tendirustî ya hikûmeta herêma Kurdistanê radighîne, di 24 demjmêrên borî de ti haletek Vayrosa Korona nehatiya tomar kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tendirustî ya hikûmeta herêma Kurdistanê radighîne, di 24 demjmêrên borî de ti haletek Vayrosa Korona nehatiya tomar kirin

Wezareta tendirustî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand, di dirêjahiya rêkarên xweparêziyê ên Wezareta tendirustî bo rêgirtin li belavbûna Vayrosa Korona, helmetek pişkinîna gomanlêkiriyên helgirên Vayrosê û di heyama 24 demjimêrên borî de, li herêma Kurdistanê, pişkinîn bo 39 welatiyên goman liser hatiye encam dan û tevayiya encaman negativ bû ye, wate ne helgirê Korona ne.

 Wezareta tendirustî welatiyan piştrast dike, ku piştî ragehandina 5 pêketiyên Vayrosa Korona, niha rewşa wan a tendirustî pir baş û cîgîr e, bêyî ku pêwîstiya wan bi ti çareseriyekê hebe. Tenê li jêr çavdêriya pizîşkî de ne û di dema pêwîstiya wan bi çareseriya tendirustî hebe, karê pêwîst bo wan tê encam dan. Herweha di riya tîmên çavdêriya tendirustî, karîn pişkinîn bo wan kesan bikin, ku hevaltiya wan kesan kirin e, yên helgirê vayrosê Korona bun.

Piştî zêdebuna hejmara tûşbuyan li Îranê û tomarkirina çend haletên din li parêzgehên naverast û başûrê Îraqê, tîmên tendirustî li bazgehên navxweyî dest bi kar bûn bo pişkinîna wan welatiyan, ku seredana bajarên herêmê dikin, bo dîtina gomanlêkiriyan. Niha hejmara wan welatiyan, ku di Kerantînan de ne 2564 welatî ne, biser bajarên herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin.

 

 

 

C.B