Emîrek û 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Li navçeyeke di navbera Kerkûk û parêzgeha Selahedîn de, emîrek û 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeyeke di navbera Kerkûk û Selahedîn de, emîrek û 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê, emîrek û 5 çekdarên DAIŞê li navçeyekê di navbera Kerkûk û Selahedîn de serderkirin.

Herwiha ragihand, di encama teqîna 2 bombeyên çandî li nava 2 zeviyên çandiyê li bajarokên Ebare û Gulala yên li bakurê Diyale, cotkarek hate kuştin û jin û zarokekî jî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê da zanîn jî, li gundê Xerzê yê ser bi qezaya Mexmûr ve, çekdarên DAIŞê bi cilên serbazî 2 welatiyên sivîl kuştin û welatiyekî din jî bi kêran birîndar kir.

 

S. B