Nexweşekî vîrûsa Korona li Silêmaniyê canê xwe jidest da
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê yekem haleta canjidestdana tûşbûyê bi vîrûsa Korona li Silêmaniyê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê yekem haleta canjidestdana tûşbûyê bi vîrûsa Korona li Silêmaniyê ragihand.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, yekem nexweşê bi vîrûsa koronaya nû COVID-19 ku temenê 63 salî ye, li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest da.
Li gor zanyariyên K24ê, ewê canê xwe jidest daye, her îro ji ber têkçûna rewşa xwe ya tenduristî serdana bijîşk kiribû wek haleta 6emîn li Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin.