Komîta Fetweyê ya Silêmaniyê hejmarek biryar derkirin

Parêzgarê Silêmaniyê û Komîta Fetweyê û Serokê Yekîtiya Zanayan a Şaxa Silêmaniyê hejmarek biryar ji bo rêgirtina li belavbûna vîrûsa Korona derkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Silêmaniyê û Komîta Fetweyê û Serokê Yekîtiya Zanayan a Şaxa Silêmaniyê hejmarek biryar ji bo rêgirtina li belavbûna vîrûsa Korona derkirin.

Parêzgarê Silêmaniya Heval Ebûbekir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, civînên cemawerî tên ragirtin û lîstikên werzişî jî bê cemawer û handeran tên encamdan.

Herwiha Berpirsê Encûmena Bilind a Fetweyê ya Şaxa Silêmaniyê ragihand, ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Korona, wan biryara ragirtina nimêjên bikomî heta demeke ne diyar dane.

Ragihand jî, bangdan berdewam dibe û bangbêj jî divê ji piştî bangdanê daxwaz ji xelkê bike li malê nimêja xwe bikin.

Herwiha amaje bi wê jî da, roja Îniya dahatî nimêja Înê li Silêmaniyê nayê kirin.

 

S. B