Wezareta Tenduristîya Îraqê sê haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê ragehand

Wezareta Tenduristîya Îraqê tomarkirina sê haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehand, ku dû ji wan li Dîyala ne û yek jî li Necefe. Aşkera jî kir, hêj dilnîya nîne ku ew hevwelatîyê Kurd, ewê evro li Silêmanîyê koça dawîyê kirî, tûşbûyê Koronayê be.

K24- Hewlêr

Evro di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, cihê daxêye yekem nexweşê Vayrosa Korona ya nû COVÎD-19 temen63 salî li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, ew kesê canê xwe ji dest daye, ew gotarbêje ku evro rewşa tenduristîya wî têkçû û piştî demeke kêm ji têkçûna rewşa tenduristîya wî canê xwe ji dest da.

Di evî warî de, wazareta Tenduristîya hikumeta Îthadî ragehand, pênc halet li Silêmanîyê hatîne tomarkirin û guman dihêt kirin ku haleta şeşem jî hebe, ku zelamekê pîre û hejmareka nexweşîyên dirêjdem jî hebûn û rewşa tenduristîya wî ne cêgîr bû. Piştî wergirtina nimûne ya pêwîst bo encamdan pişkinînê, rewşa wî ya tenduristî xirabtir nû û bi sedema wê yekê jî, koça dawîyê kir û hêj em dilniya nîne û nehatîye piştrastkirin ku ew hevwelatî bi Koronayê canê xwe ji dest dabe.

Wezareta tenduristîya Îraqê daxwaz ji kenalên ragehandinê kir gelek bi hûrî zanyarîyan veguhêzin û lezê nekin ji belavkirina zanyarîyan ji çavkanîyên ne fermî.