Bi sedema Koronayê 2 rê li sinûrên Raperîn û Rewandiz hatin daxistin
Di ragehandinekê de, rêveberîya nahye ya Wertê li ser biryara wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê daxistina 2 rêyan li sinûrê Raperîn û Rewandiz ragehand.
K24- Wertê
Di ragehandinekê de, rêveberîya nahye ya Wertê li ser biryara wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê daxistina 2 rêyan li sinûrê Raperîn û Rewandiz ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, hevwelatîyên hêja haydar dikîn, ku ev şev ve li demjmêr 8 li ser biryara wezareta navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê bo selametîya hevwelatîyan ji nexweşîya Koronayê, herdû rêyên Wertê- Ranîye û Gocar- Pişder heya demeka nedîyar dihêt daxistin.
Daxwaz ji hevwelatîyan jî kirîye, hemû alîyek hevkar bin û rê ya balîsan li şûna wan dû rêyan bikar bihînin.