Mesrûr Barzanî: Raperînê ew peyam gihande hemû cîhanê ku gelê Kurdistanê bindestiyê red dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir û raperîn bi xaleke werçerxane a dîrokî li hember stem û dagîrkeriyê binav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir û raperîn bi xaleke werçerxane a dîrokî li hember stem û dagîrkeriyê binav kir.
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Îro bîst û neh sal di ser raperîna mezin a gelê Kurdistanê ya sala 1991an re derbas dibe. Bi vê boneya gewre, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistan, Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Raperîna gewre ya 1991an xaleke werçerxane ya dîrokî di xebata tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de bû, ku li hember stem û dagîrkeriyê de raperî û ew peyam gihande hemû cîhanê ku gelê Kurdistanê bindestî, çewesandin û înkarkirina mafên xwe yê rewa red dike.”
Herwiha di peyamê de hatiye: “Raperîna mezin a Adara 1991an, berhema yekgirtî û yekrêziya hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê bû, destkeftên niha yên gelê Kurdistanê û ew avedanî û pêşveçûna doza rewa ya xelkê Kurdistanê û pêgeha diyar a Herêma Kurdistanê di nava civaka navdewletî de, berhema şoreş û serhildanên berdewam ên gelê Kurd Kurdistanê ne û di nav de jî raperîna mezin a 1991an, ku pêwîst e bi heman giyana yekrêzî û yekdengiya raperînê, parastina destkeftên niştimanî bikin.
Li dawiyê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Salvegera raperîna Adara 1991an pîroz be û Kurdistan jî her dem aram û avedan be.”
S. B