Ocalan: Kurd, Ereb û Kirîstiyan dikarin sîstemeke demokratîk li Sûriyê ava bikin

Rêberê PKKê Ebdula Ocalan dibêje, siyaseta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê rast e û Kurd, Ereb û Kirîstiyan di nav yekîtiya xaka Sûriyê de dikarin sîstemeke demokratîk û pêkvejiyanê ava bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê PKKê Ebdula Ocalan dibêje, siyaseta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê rast e û Kurd, Ereb û Kirîstiyan di nav yekîtiya xaka Sûriyê de dikarin sîstemeke demokratîk û pêkvejiyanê ava bikin.

Piştî goşegîriya heşt mehan, malbata Ocalan pêr karîn biçin zîndana Îmraliyê û Rêberê PKKê Ebdula Ocalan.

Mihemed Ocalan birayê Rêberê PKKê Ebdula Ocalan, piştî hevdîtinê da xuyakirin, Ocalan gotiye, niha siyaseta Tirkiyê wek maseyekê bi du piyan e, divê Kurd jî bibin piya sêyemîn da ku mase bikare li ser pê bimîne û ew jî girêdayî bihêzbûna Kurdan e.

Ocalan da xuyakirin, siyaseta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rast e, lê siyaseta Tirkiyê ya carinan li ba Amerîka, carinan jî li ba Rûsyayê ye. nerast e.

Herwiha Ocalan gotiye, Kurd û Ereb û Ermenî û Kristiyan dikarin bi hev re bihêz bin û di nav yekparçeyiya axa Sûriyê de sîstemeke demokratîk ava bikin.

 

S. B