Li Rojhilatê Kurdistanê 6 kesan bi Korona canê xwe jidest dane
Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 6 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 6 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane.
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, 70 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê vîrusa Korona hilgirtine. Ji wê hejmarê heta niha 6 kesan canê xwe jidest dane.
Ewên canê xwe jidest dan, 4 kes ji parêzgeha Loristanê û 2 ji parêzgeha Kirmanşanê ne.
Li gor amarên fermî, heta niha 2922 kes li tevahiya Îranê tûşî vîrusa Korona bûne û 92 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B