Li nêzîkî Efrînê şer di navbera YPG û çekdaran de derketiye

Şer û pevçûn bi giranî di navbera grûpên çekdaran yên Tirkiye piştevaniya wan de û YPGê de li bakurê Helebê derketiye. Rewangeha

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn bi giranî di navbera grûpên çekdaran yên Tirkiye piştevaniya wan de û YPGê de li bakurê Helebê derketiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şer bi giranî din navbera grûpên çekdaran û YPGê de li derdora bajarokê Mariê li bakurê Helebê derketiye.

Li gor zanyariyên Rewangehê, heta niha di encama wî şerî de, ziyanên canî ji her du aliyan hene.

Pêr jî grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve xalên YPGê li gundê Malkiyê li rojhilatê Efrînê topbaran kiribûn û şer û pevçûn di navbera wan û şervanên YPGê li eniya Miranazê derketin, di encamê de 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatibûn kuştin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar her car gundên Efrînê yên li navçeya Şêrewa di destê YPGê de mane topbaran dike, roja 26ê Sibata bûrî jî di encama topbarana li ser gundê Aqîbê, 3 kes ji malbatekê şehîd bûbûn.

 

S. B