Cedan Elî: Idlib bûye meydana şerê navdewletî, Rûsya gav paşve na-avêje!

Endamê Serkirdayetî ya Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriye Cedan Elî ji K24 re diyarkir, ku: “Mijara Idlibê, Krîza Idlibê ji alî platform navdewletî ve her bi paş ve hate xistin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdayetî ya Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriye Cedan Elî ji K24 re diyarkir, ku: “Mijara Idlibê, Krîza Idlibê ji alî platform navdewletî ve her bi paş ve hate xistin.Li Astana, li Soçî, li Enqere û Tehranê jî, kêşeyên mezin ên Sûriye komkirin. Ew jî li Idlibê komkirin. Çareserî jî her bi paşve dan. Vêca niha gihiştiye astekê, her alî, her dewlet dixwaze destkeftên xwe biparêze, bipêş ve jî bibe. Rêkeftinên vajo kirin e, bicîh bîn e, ger destkeftî hebe, bi aliyê din bide pêkanîn”.

Cedan Elî destnîşankir: “Şopandina têkdana rêkeftina kê têk da ye, ew ne karê me ye. Lê, eşkere û zelal e ji roja yekem ve Moskow piştgiriya rejîma Şamê kiriye û dike. Dixwaze kontrola rejîmê liser tevayiya xaka Sûriye sepandî be. Ev armanc a diyar a Moskow w. Rûsya di Encûmena Asayişa Navdewletî de 12-13 caran veto li dijî pêşniyar-biryarên liser Sûriye bikar aniye. Ji aliyê xwe ve Tirkiye xwest bibe lîstikvanek di vê yariya hêzên mezin de. Di vê yariyê de Tirkiye gih li vir, gil li wir yarî kir.Berê xwe gelek guherand. Di destpêkê de ligel Amerika û Hevpeymaniyê bû. Paşî bû hevkarek Rûsya. Pêwendî xûrt kirin, rêkeftin pêkanîn, danûstanin gihandin astek gelek bilind. Tirkiye weha lê hat, tema û daxwaza zêdetir “destkeftiyan“ ew pêça. Her xwest zêdetir cih û deveran control bike. Çi lê hat: Niha, Amerika zêde guh nadin Tirkiye! hevpeymanî zêde guh nade Tirkiye! NATO guh nade! Dibêje; Tu derbasî deveran bû, bêyî ku tu ligel me hevahengiyek hebe. Te pêngav avêtin, bêyî ku tu zanyarî yan jî danûstandinek ligel me hebe! Kesî tade li xaka te nekiriye, ku em werin berevaniyê di ber te de bikin! Rûsya jî, ji alî xwe ve rûbirûbûnek yekser ligel Tirkan liser erdê pêkanyîn e. Rejîmê, milişyatan, Hizbullah ber dide Tirkiye”.

Endamê Serkirdayetî ya Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriye Cedan Elî, diyarkir: “Berpirsiyariya ehlaqî, rewşa aloz, zehmet, têkçûna ewleyiya civatî, têkçûna wekî dewlet a Sûriye di destê yekem de li stûyê rejîma Sûriye û Serokê wê Esed e. Duyem jî, aliyên ku destwerdanên mezin li Sûriye encam dan in. Tirkiye di ast a duyem de. Tê! Derbasî Idlib bû, tê rê nekir! Mertalê Firatê çêkir, tê rê nekir! Efrîn dagîr kir, tê rê nekir! Girêspî, Serêkaniyê dagîr kir tê rê nekir! Hîn jî gefan dixwe! Tirkiye dibêje, heta em ser sînorê aram nekin em na-rawestin. Kesî ne êrîşî sînorê Tirkiye kiriye, ne jî bê-aramî ji sînor û ewleyiya Tirkiye re peyda kiriye! Niha weha lê hat – Rûsya çi bixwaze, Tirkiye ber bi Rûsya ve biçe! Rûsya dê daxwazên xwe biser Tirkiye de bisepîn e, lê dibe ku li hember hin tiştên din. Em hêvîxwaz in ev yek, ne li dijî Kurdên rojavayê Kurdistanê be. Li hember Idlib, rûsya rê bide Tirkiye li rojavayê Kurdistanê, hin daxwaz û stratejiyên xwe bicîh bîn e”.

Cedan Elî got, ku: “Rûsya di rewşa Idlibê de gav paşve na-avêje. Ger aliyek bavêje – dê Tirkiye be. Na xwe, dê şerek giran li wir rû bide”.