Li Îranê hejmara tûşbûyên Korona zêde dibe

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê belav kir, li Îranê 107 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê belav kir, li Îranê 107 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî ragihand, 3 hezar 513 kes tûşî vîrusa Korona bûne û rêkarên wan ên rûbirûbûna wê vîrusa berdewam in.

Tekez kir jî, heta 20 vê mehê, dibistan û navendên xwendinê tên girtin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê daxwaz ji welatiyan dike, hişyariyan bi cidî werbigirin û çûnûhatinên xwe rawestînin.

Ji aliyekî din ve û Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, 70 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê vîrusa Korona hilgirtine. Heta niha jî 6 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B