Hewlêr.. Tevaya pîşangehên otombêlan li rojên Heyînîyê dihên daxistin

Nebez Ebdulhemîd, qaymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê taybet bi Kurdistan24 ragehand, heya roja 1ê Nîsanê tevaya pîşangehên otombêlan li sinûrê Hewlêrê tenê li rojên Heyînîyê dihên daxistin.

K24- Hewlêr

Nebez Ebdulhemîd, qaymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê taybet bi Kurdistan24 ragehand, heya roja 1ê Nîsanê tevaya pîşangehên otombêlan li sinûrê Hewlêrê tenê li rojên Heyînîyê dihên daxistin.

Wek rêkareka xweparazîyê bo rêgitinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê, qaymeqamê Hewlêrê hejmareka rêkarên xwe parêzîyê girterber.

Hevdem çaverê dihê kirin di demeka nêzîk de tevaya Gazîno, Çayxane û yaneyên vexwerinê bihên daxistin, ku heya niha berdewamin li karkirinê.