Zanyarî derbarê wê kesa bi tumeta sîxurîyê li Hewlêrê hat girtin

Li Hewlêrê, Emerîkayê kesek girt bi tuhmeta sîxurîkirinê bo Hizbullah a Lubnanî.

K24- Hewlêr

Li Hewlêrê, Emerîkayê kesek girt bi tuhmeta sîxurîkirinê bo Hizbullah a Lubnanî.

Malpera ABC ya Nîyozlendî belav kirîye, Wezareta Dad a Emerîkayê, aşkera kirîye, ku Emerîkayê di çarçoveya operasyoneka taybet de, wergêrek li Hewlêrê girtine, ku zanyarîyên nihênî û hewalgirî dayîne Hizbullaha Lubnanî.

Heftîya burî, Miryem Teha, temen 61 sal ku bi nijad Lubnanîye, ji alîyê hêzên taybetên Emerîkayê ve li Hewlêrê hate girtin û wê karê wergêranê bo hêzên Emerîkayê dikir û piştî girtina Miriyemê jî, îtîraf kirîye ku wê peywendîyeka evînî li gel kesekî hebûye û ew kes jî, ji Hizbullah nêzîke û wê zanyarîyên nihênî dayîne wî kesî.

Li gor dûvçûnên wezareta berevanîya Emerîkayê û dezgeha hewalgirîya FBI, ew kes çûye di nav sîstema DAD a Emerîkayî û zanyarîyên gelek nihênî ku ji 57 dosêyan pêkdihêt, bi dest xwe xistîn e.

Hatîye aşkerakirin jî, tenê rojekê berê hêrişa Emerîkayê bo ser baregehên hêzên ser bi Îranê li Îraqê û hêrişkirine ser balyozxaneya Emerîkayê li Bexda, wî kesî dest bi dizepêkirina zanyarîyan kirîye.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, pişkinîn bo cihê akincîbûna Miryemê û alavên peywendîyên wê hatîne kirin û dê bihêt dadgahîkirin.