zelalkirinek debarê daxistina çend rêyên ku bo Hewlêrê dihên

Dr. Tariq Nûrî, rêveberê asyîşa Hewlêrê bi Kurdistan24 re ragehand, rêyên Mûsil, Kerkûk û Silêmanîyê bo Hewlêrê wek xwe vebûyî ne û tenê rêyên ne sereke hatîne daxistin.

K24- Hewlêr

Dr. Tariq Nûrî, rêveberê asyîşa Hewlêrê bi Kurdistan24 re ragehand, rêyên Mûsil, Kerkûk û Silêmanîyê bo Hewlêrê wek xwe vebûyî ne û tenê rêyên ne sereke hatîne daxistin.

Ragehand jî, daxistina rêyên ne sereke bo tundkirin bazgehan û pişkinîna baştire.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, niha pişkinînên zêdetir bo hevwelatîyan di bazgehan de dihêt kirin û armanc ji evê yekê rêgirtina zêdetire ji belavbûna Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê.

Evro dengo ya wê yekê belav bû, ku parêzgeha Hewlêrê rê ji xelkê Silêmanî û Kerkûkê girtine, lê ew nûçe hat red kirin.