Zelalkirinek ji Rêveberîya Giştîya Tenduristîya Hewlêrê

Derbarê belavbûna girteyeka vîdyoyî di torên civakî de, Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêrê di zelalkirinekê de, ewê nûçeyê red dike û tekez dike, ku rêkarên yasayî li dijê wan kesan digirine ber ewên ev nûçe belav kirîne.

K24- Hewlêr

Di zelalkirina Rêveberîya Giştîya Tenduristîya Hewlêrê hatîye, di çend hijmarteyên Soşiya Mêdya de, vîdyoyeka bê bineme belav bûye, ku têda hatîye gotin, li bajarê Hewlêrê kesek tûşî Vayrosa Korona bûye û di vîdyoyê de, kesekî nîşan dide, ku dibêje tûşî Vayrosa Koronayê bûye û navî wî kesî dihîne. Li vir em bo raya giştî ya hevwelatîyan xuya dikîn ku ew vîdyo bê binemaye û dûre ji rastîyê, wek çawa berê hatîye dûpatkirin, ku her haletek hebe bi fermî ewê bihêt ragehandin.

Herweha tekz jî kirîye, bo evê mebestê, Rêveberîya Giştîya Tenduristîya Hewlêrê rêkarên yasayî li bernaber wan kesan digire ber ewên nûçeyên bê binema belav dikin û derûn û revana xelkê dihejînin.