Hêzên Amerîkî gerek çavdêriyê li Rojava encam da

Hêzên Amerîkî gerek çavdêriyê li nava taxên bajarê Hesekê encam da.

K24- Hewlêr

Hêzên Amerîkî gerek çavdêriyê li nava taxên bajarê Hesekê encam da.

Nûçeghanê Kurdistan24 ragehand , Îro li bajarê Hesekê yê Rojavayê kurdistanê , hêzên Amerîkî gerek li nava taxên wî bajarî encam da , ku ew ger ji baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li bajarê Şedadê ya Başûrê bajarê Hesekê destpê kir û ji 6 zirîpoş û alaveke jinavbirina mayînan pêk dihat.

Piştî vekşîna hêzên Amerîkî ji navçeyên sînorî û dûbare belavbuna wan li navçeyên petrolê li bakurê rojhelatê Sûriyê, gerên serbazî li navçeyê encam dide.