Li Hewlêrê haletek tûşbûna vîrusa Korona hat tomarkirin

Wezareta tenduristiya Kurdistanê haleteke tûbûna bi vîrusa Korona li bajarê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tenduristiya Kurdistanê haleteke tûbûna bi vîrusa Korona li bajarê ragihand.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, têsta Korona ji 27 kesên gûman lê hene hatiye kirin û di encamê de têsta kesekî erênî bû bû û hilgira vîrusa Korona ye.

Li gor daxuyaniya Wezareta tenduristiyê, kesa hilgira vîrusa Korona jineke 33 salî ye û rûniştivana Hewlêrê ye.

Wezareta tenduristiyê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku pabendî biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe û rêkar û rênimayên Wezareta Tenduristiyê yên ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê bin û ji bo dîtina kesên gûmanbar alîkariya tîmên tendirustiyê bikin.”

Bi vê haleta li Hewlêrê hatiye tomarkirin re, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi tûşî vîrosa Korona bûne, gihîşt 9 kesan ku yek ji wan miriye û yên din jî rewşa wan baş e. Piraniya wan jî li Silêmaniyê ne.

Herwiha li gor agahiyên Wezareta tenduristiyê, hejmara kesên hatine kerentînekirin 2804 kes in û li 30 cihên cuda de hatine kerentînekirin û 982 kes ji wan vegeriyane nav kes û karên xwe.

Wezareta tenduristiyê welatiyan dilniya dike ku ewê bi rêkarên xweparastinê, dîtina gûmanbaran û rêgirtina li belavbûna vîrûsê berdewam bin.

 

S. B