2 top li nava bajarê Efrînê ketin û 3 kes birîndar bûn
Di encama ketina 2 topan li nava bajarê Efrînê de, hejmarek welatî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama ketina 2 topan li nava bajarê Efrînê de, hejmarek welatî birîndar bûn.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva bûr 2 top li xaniyên nêzîkî Navenda Çandî ya Efrînê ketin di encamê de çend kes birîndar bûn û ji nava wan navê 2 kesan hat naskirin ku Uqbe Berî û Omer Mistefa bûn.
Ji aliyê xwe ve Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî ji navçeyên di destê rêjîma Sûriyê û hêzên Kurdî de 2 top li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de 3 welatî kes birîndar bûn.
Ev yek piştî wê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar xalên YPGê li bakurê Helebê li gundên Erşadiye, Kefir Enton, Tat Meraş, Eyn Deqne û Şêx Îsa topbaran kiribûn.
Herwiha li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên Tirkiyê ji gundê Til Cibrîn ve gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê da ber topan.
S. B
.jpg)
.jpg)

