Serok Barzanî: Roleke mezin a jinên Kurdistanê di xebata azadîxwaziya gelê xwe de hebûye

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Jinê ya cîhanî peyamekî pîrozbahiyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Jinê ya cîhanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, Jinên Kurdistanê herdem di şoreş û berxwedanê de palpiştê Pêşmerge bûne û roleke wan ya mezin di xebata azadîxwaziya gelê xwe de hebûye.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Jinê ya cîhanî peyameke pîrozbahiyê li twitter belav kir û nivîsî: "Bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim.”

Serok Barzanî nivîsiye: “Jinên Kurdistanê herdem li şoreş û berxwedanê da palpiştê Pêşmerge bûne û roleke wan ya mezin di xebata azadîxwaziya gelê xwe de hebûye û qurbanî dane."

 

 

S. B