Li çiyayê Qereçox 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya hêza Pêşmerge, çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçox li nêzîkî Mexmûrê bombebaran dikin û 12 çekdaran dikujin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya hêza Pêşmerge, çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçox li nêzîkî Mexmûrê bombebaran dikin û 12 çekdaran dikujin.
Jêderekî ji hêza Pêşmerge ji K24ê re ragihand, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya hêza Pêşmerge îro bi tundî binkeyên DAIŞê li çiyayê Qereçox bombebaran kir û çend helicopter li ser çiya li hember gundên Çwargûman, Berdê Sipî û Elîreş daketin.
Wî jêderî got jî: “Di bombebarana firokeyan de, 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Bombebaran bi hevkariya hêza Pêşmerge li ser binkeyên DAIŞê berdewam dibe.
Ji piştî 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge, valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê durist bû û vê yekê hîşt ku çekdarên DAIŞê xwe vedizin û tevgera xwe zêde bikin.
S. B





