Li Efrînê teqînek rû da.. kuştî û birîndar hene

Teqînek li nava bajarê Efrînê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqînek li nava bajarê Efrînê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 12:00 li kolana Siyasiyê ya nava Efrînê bombeyek ku di otombîlekê de hatibû çandin teqiya.

Diyar kir jî, di encama teqînê de û li gor zanyariyên destpêkê, kesekî canê xwe jidest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an her car teqîn li Efrînê rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

 

S. B