Mesrûr Barzanî: Xebata jinê ji bo yeksanî û dadperweriyê cihê şanaziyê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya Roja Jinê ya Cîhanî belav kir û ragihand, xebata jinê ji bo yeksanî û dadperweriyê cihê şanaziyê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya Roja Jinê ya Cîhanî belav kir û ragihand, xebata jinê ji bo yeksanî û dadperweriyê cihê şanaziyê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya tora civakî “Instagram” peyamek belav kir û nivîsî: “Xebat û têkoşîna jinan ji bo yeksanî, dadperweriya civakî û nehîştina stem û çawisandinê, cihê şanaziyê ye”.
Mesrûr Barzanî dibêje: “Di vê rojê, pîrozbahiyê li jinên Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim”.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro peyamek belav kiribû û tê de ragihandibû: “Jinên Kurdistanê roleke mezin û bi bandor di tevgera rizgarîwaz a gelê Kurdistanê de dîtine û û li dijî dagîrkerî û sîstema civakê xebat kirine. Ji ber wê em têkoşîna jinên Kurdistanê, bi taybetî jinên Pêşmergeyên şoreşên Kurdistanê û rola wan a berçav di rûbirûbûna teroristên DAIŞê de bilind dinirxînin û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastin û berevanîkirina li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî û peydakirina zemîne û derfetên yeksaniya karkirinê û beşdariya wan di warên cuda de tekez dikin”.
S. B