Li Îraqê tûşbûyekê Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da

Fermangeha tenduristîya Mîsanê belav kirîye, şeva burî kese anîn nexweşxaneyê û rewşa wî xirab bû. Piştî demjmêrekê ji gehiştina wî bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da û ew nexweş helgirê Vayrosa Korona bûye.

K24- Hewlêr

Aşkera jî kirîye, ew ji 27 meha burî ve, ji Îranê ve vegerîya ye Îraqê bi rêyea firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê.

Daxwaz jî dike, werk erkeke olî, mirovî û exlaqî di dema hebûna nîşanên vayrosê , serdana nexweşxaneyê bikin yan tîmên pizîşkî jê haydar bikin.

Li Îraqê 57 kes tûşî Vayrosa Korona bûne û 5 kesan jî heya niha bi sedema wê yekê canê xwe ji dest dane.