Herêma Kurdistanê rênimayên nû derdixe
Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed di konfiranseka rojnamevanîya hevpişk de li gel wezîrê tenduristîya Herêma Kurdistan, Saman Berzincî, ragehand, hewil didîn sûbe rênamyên nû derbixîn û got jî, derîyên Herêma Kurdistanê li rûyê bajarên din yên Îraqê nehatîne daxistin.
K24- Hewlêr
Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed di konfiranseka rojnamevanîya hevpişk de li gel wezîrê tenduristîya Herêma Kurdistan, Saman Berzincî, ragehand, hewil didîn sûbe rênamyên nû derbixîn û got jî, derîyên Herêma Kurdistanê li rûyê bajarên din yên Îraqê nehatîne daxistin.
Di konfirasnê de, Rêber Ehmed got: Derbarê xalên sinûrç heya radeyekê baş hatîne kontirolkirin, lê hinek xalên qaçax hene, ku cihê daxêye, hinek hevwelatî bi wan xalan re vegerîyane û hinek jî, bi derîyên sinûrîyên başûra Îraqê vegerîyane û dûv re jî hatîne Herêma Kurdistanê.
Got jî, hinek ji wan hevwelatîyan bi xwe hatîne û xwe dayîne nasîn û di Korentîne de ne. ewên bi rêyên qaçax jî vegerîane bi hevkarya hêzên ewlekarîyê û dezgehên tenduristîyê hatîne nasîn û ew jî me xistîne di korentînê de.
Wezîrê navxwe daxwaz ji wan hevwelatîyan kir, ewên serdana Îranê yan welatên di lîsta Vayrosa Koronayê de ne kirine, ji bo tenduristîya xwe û malbatên xwe û hemû xelkên Kurdistanê xwe bidin nasandin bi dezgehên taybet bi berengarbûna Koronayê.
Derbarê daxistina derîyên Herêma Kurdistanê li rûyê hevwelatîyên parêzgehên din yên Îraqê got: Derîyên Herêmê nehatîne daxistin, tenê hinek rêkar hatîne encamdan daku hatinûçûn li wan derîyan bihên sinûrdarkirin.
Derbarê lîsta navên wan 500 kesên bi qaçax ji Îranê vegerîyane Herêmî, got: Bo sedema wê yekê ku ew zanyarî gelek hûr û rast bûn, em şîyayîn piranîya wan vebînîn û hinekan jî wan bi xwe, xwe dane nasîn.
Her di evê çarçoveyê de, Saman Berzincî, wezîrê tenduristîyê derbarê derbarê korentînekikirina hevwelatîyan aşkera kir, ew pirose gelek serkevtî bûye, û korentînekirin jî bi taybet bo berjewendîya hevwelatî bi xwe û tendûristata tevaya hevwelatîyên Herêma Kurdistanê ye û hejmareka kêm ji wan mane ku vegerin.